"Divê Neteweyên Yekbûyî bi eşkereyî lêborînê bixwaze"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Ev yek ji xeletiyên herî mezin e ku NYyê di dîroka xwe da kiriye. Divê bi eşkereyî lêborînê bixwazin."

"Divê Neteweyên Yekbûyî bi eşkereyî lêborînê bixwaze"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Ev yek ji xeletiyên herî mezin e ku NYyê di dîroka xwe da kiriye. Divê bi eşkereyî lêborînê bixwazin."

Çelik der barê civîna Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û parlamenterên AK Partiyê da ku di taştê da hatibûn bal hev daxuyanî da.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê civîna Erdogan ya bi parlamenteran ra diyar kir ku ev edeteke AK Partiyê ye û got ku îro jî civîna ewil dest pê kir.

Çelik ji bona "plana xebatê" ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi YPG/PKKya rêxistina terorê ra îmze kir da destnîşan kir yekeyeke NYê derî hiqûqê bi komeke terorîst ra tê bal hev û got ku ev bi tena serê xwe pirsgirêkek e.

Omer Çelik diyar kir saziyeke hiqûqê temsîl dike bi rêxistineke dixwaze hiqûqê rake ra tê bal hev û got ku kesê pê ra peyman çêkirine kujerê gelek însanên mesûm e û wiha dewam kir: "Ev yek ji xeletiyên herî mezin e ku NYyê di dîroka xwe da kiriye. Divê bi eşkereyî lêborînê bixwazin."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE