"Divê serkirdeyê vê rêxistinê bê îadekirin"

Gul li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê di daxuyaniya çapemeniyê da diyar kir der barê Ferhad Ebdî Şahînê terorîst yê bi nasnavê "Mazlûm Kobanî" da bi destê meqamên darazê biryarên qefaltin û girtinê hene û got ku der barê wî da bultena sor jî hatiye derxistin.

"Divê serkirdeyê vê rêxistinê bê îadekirin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê îadekirina Ferhad Ebdî Şahînê terorîst yê bi nasnavê "Mazlûm Kobanî" da wiha got: "Ji ber ku di navbera herdu dewletan da peymana îadekirina sûcdaran heye divê serkirdeyê vê rêxistinê bê îadekirin. Wexta here Amerîkayê ji bona prosedura girtina demkî nivîsên hewce dikin wê bên şandin."

Gul li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê di daxuyaniya çapemeniyê da diyar kir der barê Ferhad Ebdî Şahînê terorîst yê bi nasnavê "Mazlûm Kobanî" da bi destê meqamên darazê biryarên qefaltin û girtinê hene û got ku der barê wî da bultena sor jî hatiye derxistin.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir bultena sor li 196 dewletan derbas dibe û wiha got: "Amerîka jî yek ji wan dewletan e ku divê li gor peymana bultena sor hereket bike. Bi destê Wezareta Karên Derva duh ev mijar ji meqamên Amerîkayê ra hat gotin. Ji ber ku der heqê vî kesî da bultena sor heye bi sepana Interpolê wexta bikeve Amerîkayê divê bê girtin û teslimî Tirkiyeyê bikin. Hişyarî hatine dayîn. Ji ber ku di navbera herdu dewletan da peymana îadekirina sûcdaran heye divê serkirdeyê vê rêxistinê bê îadekirin. Wexta here Amerîkayê ji bona prosedura girtina demkî nivîsên hewce dikin wê bên şandin."AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE