"Divê Swêd dawî li alîkariya ku dide rêxistinên terorê bîne"

Li gor agahiyan Serokomar Erdogan di axaftina bi têlefonê da ji Anderssonê ra got ku divê Swêd di warî siyasî, fînans û çekan da dawî li alîkariya ku dide rêxistinên terorê bîne.

"Divê Swêd dawî li alîkariya ku dide rêxistinên terorê bîne"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson bi têlefonê axivîn.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan û Serokwezîra Swêdê Andersson di axaftina bi têlefonê da mijarên pêwendiyên herdu dewletan û serlêdana Swêdê ya ji bona endamtiya NATOyê gotûbêj kirin.

Li gor agahiyan Serokomar Erdogan di axaftina bi têlefonê da ji Anderssonê ra got ku divê Swêd di warî siyasî, fînans û çekan da dawî li alîkariya ku dide rêxistinên terorê bîne.

Serokomar Erdogan got ku piştî Herekata Kaniya Aştiyê divê Swêd sînordarkirinên di warê pîşesaziya parastinê da dijî Türkiyeyê disepîne rake.

Li gor agahiyan hat diyarkirin Serokomar Erdogan got ku divê Swêd li Sûriye û Iraqê der barê PKK û şaxên rêxistinê da gavên berbiçav biavêje da ku derkeve holê fikarên Türkiyeyê parve dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE