Dixwazin dêr bibe cihekî turîstîk

Dêra Dayika Meryem a li gundê Midyada Mêrdînê li cîhanê mînakeke yekane ye. Gundiyên haxê dixwazin dêr bibe cihekî turîstîk.

Dixwazin dêr bibe cihekî turîstîk

Sûryaniyên herêmê bangî turîstan dikin ku werin serdana derê

Dêra Dayika Meryem a li gundê Midyada Mêrdînê li cîhanê mînakeke yekane ye. Gundiyên haxê dixwazin dêr bibe cihekî turîstîk.

Li gorî rîwayetê, Dêra Dayika Meryem a li Gundê Haxê yek ji dêrên ewil e.

Îbadetxaneya ku wek Dêra Seydê tê zanîn 2 hezar sal berê hatiye avakirin.

Bi neqş û mîmariya xwe, ev dêr mînakeke yekane ye.

Gundiyên Haxê dixwazin danasîna derê bê kirin da ku turîst berê xwe bidin gundê wan.

Ev dêra bêhempa di heyama xwe de ji bo şagirtên Xaçperest cihê perwerde û navenda zanistê bûye.

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE