Diyadîna Ağrıyê dibe navenda çandinî û hilberînê. Piştî serayên firingiyan ku beriya 7 salan hatibûn avakirin, ji bo avakirina 33 serayên din jî biryar hat dayîn. Di van serayan de wê sal 12 meh sebze û fêkî bên çandin.
Diyadîna Ağrıyê dibe navenda çandiniya serayê û hilberînê.
Li serayên ku beriya 7 salan hatin avakirin niha him hilberîn heye him jî îstixdam çêbû.
Qeymeqmê navçeyê Alper Balci got: “Di demeke nêz de wê 33 serayên din jî bên avakirin.
Qeymeqmê navçeyê Alper Balci: Bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Walîtiya me li ser hezar û 300 donim erdî 33 serayên nû tên avakirin. Em li benda veberdêran in ku werin li virê bixebitin.