Diyanet personelan digire

Diyanet, wê 36 alîkarên jin ên miftiyan û 20 miftiyên navçeyan tayîn bike...

Diyanet personelan digire

Diyanet, ji bo 36 bajaran alîkarên jin ên miftiyan digire. Ji bo 20 nevçeyan jî dê miftiyan tayîn bike. Serlêdan di navbera 22ê nîsanê û 6ê gulanê de wê çêbin.

Li gorî îlana li rojnameya fermî, Serokatiya Karên Diyanetê ji bo kadroyên alîkariya miftîtiyê wê personelan bigire. Personel di nav saziyê de wê bên girtin.

Namzed ji bo îmtihanê wê serî lê bidin. Şert û mercên namzediyê wisa ne; Divê namzed an ji perwerdeya bilind ên giredayê dînî mezûn bin; yan di kursa Qur’anê de mamostetiyê bikin yan jî divê di wezîfeyên wekî van de, herî kêm 6 salan xebitîbin.

Her wiha Serokatiya Diyanetê bi riya tayînkirina di nav saziyê de jî, dê 20 miftiyên navçeyan bigire.

Şert û mercên miracatê jî wisa ne. Namzed lazim e ji perwerdeya bilind a girêdayê dînî mezun bin û xwediyê belgeya kursa îhtîsasê bin. An jî divê di beşa îlahyatê de doktora kiribin.

Serlêdanên ji bo alîkariya miftîtiyê û miftîtiya navçeyan, di navbera 22ê Nîsanê û 6ê Gulanê de wê bên kirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE