Diyaneta Tirkiyeyê li Efrînê xutbe da

Meleyên diyanetê û rektorê zanîngeha zehrayê çûn Efrînê.

Diyaneta Tirkiyeyê li Efrînê xutbe da

Mele Mistefa Mislim tevî weqfa diyanetê û seydayên zanîngeha el zehra ya Entabê; li Efrînê xutbeya înê da. ew paşê çûn meclisa efrînê.

Nunerên Weqfa Diyanetê û Rektorê Zanîngeha Zehrayê ya li Entebê Profesor Mistefa Mislim çûn serdana Efrînê.

Şandeyê ewil li mizgefta Ebû Bekir El Sidîq ya li Efrînê xutbeya înê da û paşê jî çû serdana Meclisa Herêmî ya Efrînê.

Bi sedan Efrînî ji bo xutbê hatin mizgeftê.

Rektorê Zanîngeha Zehrayê Mele Mistefa Mislim di xutbê de bang kir ku li herêmê silh pêk were.

Şandeyê piştî xutbê berê xwe da Meclisa Efrînê û gotin bila şaxeke Zanîngeha Zehrayê li Efrînê jî vebe.

“Em bi Mele Mistefa Mislim re hatin vir. Li ser bihevrebûn û yekîtiyê Meleyê me xutbe da. Em dixwazin ku Efrînê bi pêş bixin û ji bona vê jî çi ji destê me bê em ê bikin.”

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE