Di̇yarbakir dibe navenda tekstîl û modayê

19 Fabrîqe vebûn, çêkirina 43 fabrîqeyan jî dewam dike .Di fabrîqeyan de wê 50 hezar kes bibin xwediyê karr 

Di̇yarbakir dibe navenda tekstîl û modayê

Aboriya Diyarbekirê bi tekstîlê mezin û geş dibe. 19 fabrîqeyan dest bi hilberîn, îstihdam û îxracatê kir. çêkirina 43 fabrîqeyên mezin jî berdewam dike. Walî Munir Karaloglu got; muteşebîs ji bo veberhênanan bikin ketine dorê. 

Dengê mekînayên dirûtinê, pêşeroja Diyarbekirê ronî dike. 

Xewn û xeyalên Diyarbekiriyan pêk hat û bajarê qedîm dibe navenda tekstîl û modayê. 

Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îxtisasê, li ser hezar û 400 donimî hat çêkirin. 

Fîrmayên ku hinek jê ji Stenbol, Bursa û Îzmirê jî hatine, dest bi avakirina fabrîqeyan kirin. 

 Walî Müni̇r Karaloğlu 

“Diyarbekir wê di warê hilberîn û îxracatê de bibe cihê herî girîng. Li herêma tekstîlê cihê me nema. Ji sedî sed parsel tije bûn. Niha 58 meteşebîs ji bo veberhênanan bikin ketine dorê.”   

HOS’a îxtîsasa tekstîlê, di Tirkiyê da 1emîn e. Pembû wê di fabrîqeyan da bibe ben, ben dê bibe qûmaş û cil û berg. 

 Bi xêra vê projeya taybet wê nêzî 50 hezar kes werin îstixdamkirin. 

Tevî karkerên ku li metropolan bûn, karsaz jî ji bo veberhênanan, berê xwe didin bajarê xwe.  

Sezai Ayaz jî di 14 saliya xwe de ji bo kar çû Stenbolê û piştî 25 salan bi patronî vegeriya Diyarbekir. 

 Karsaz Sezai̇ Ayaz: Bi vekirina fabrîqeyên konfeksiyonê êdî ciwanên Diyarbekirê li bajarê xwe bi rehetî dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE