Diyarbakirê rekor bi dest xist

Di seferberiya xwendin û nivîsînê de 89 hezar û 220 kursiyer perwerde bûn

Diyarbakirê rekor bi dest xist

Seferberîya xwendin û nivîsînê ku pêşengîya wê emîne erdogan xanimê dikir li amedê rekor bi dest xist. Li 5 hezar û 651 kûrsan 89 hezar û 220 kes beşdarî perwerdeyê bûn û bi serkeftî kursên xwe qedandin. Bi vê hejmarê diyarbekirê serkeftineke mezin bi dest xist û li tirkiyê di seferberiya xwendin û nivîsînê de bû yekem.

Li seranserê Tirkiyeyê bi pêşengiya hevjîna Serok R.T. Erdogan Emîne Erdogan xanimê seferberîya xwendin û nivîsnê hatibû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de li Dîyarbekirê jî di 5 hezar û 651 kûrsan de 77 hezar û 643 jin û 11 hezar û 577 jî mêr bi tevahî 89 hezar û 220 kursîyer perwerdeya xwendin û nivîsînê dîtin.

Bi vê hejmara kûrsîyeran Dîyarbekirê serkeftineke mezin bi dest xist û li Tirkiyeyê bû yekem.

Kûrsîyer tevî temenê mezin dîsa jî bi eşqeke pir mezin guh didin xwendin û nivîsînê û beşdarî xeleka perwerdeyê dibin.

Hin kûrsîyer ji bo jiyana xwe hêsantir bikin hin jî ji bo karûbarên fermî û sertîfîkayê bi dest bixin beşdarî van kursan dibin.

Walîyê Amedê Hasan Basri Güzeloğlu sertîfîka da kûrsîyerên ku kurs temam kiribûn.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE