Diyarbekir ji gelek çivîkên curbicur ra mazûvaniyê dike

Ev çivîk bi mişk, beq û bihûkan va xwe têr dikin, hin caran jî ji ber dermanên ziraetê yên zeviyan jehrî dikevin.

Diyarbekir ji gelek çivîkên curbicur ra mazûvaniyê dike

 Diyarbekira li ser rêya koçê ya çivîkên koçber da ye di vê meha biharê da ji gelek çivîkên curbicur ra mazûvaniyê dike.

Çivîkên ji Asya, Ewropa û Afrîkayê koç dikin hin rêyan bi kar tînin ku ji wan rêyan yek jî bajarê Diyarbekirê ye.

Di nav van teyrên koç dikin da baz, başok û yên curbicur hene ku ji wan hinek li çol û bestên Erganî, Dîcle û Egîlê tên dîtin.

Ev çivîk bi mişk, beq û bihûkan va xwe têr dikin, hin caran jî ji ber dermanên ziraetê yên zeviyan jehrî dikevin.

Li Diyarbekirê bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanan, Midûriya Giştî ya Parkên Neteweyî û Zanîngeha Dîcleyê bi navê Navenda Xwedîderketina Jiyana Kovî û Rehabilîtasyonê navendek hatiye avakirin ku li vir çivîkên birîndar û nexweş tên dermankirin.

"Ji ber ku xwarinê dibînin û di ewlehiyê da ne tên li vir"

Serokê Makezanista Jiyana Kovî û Ekolojiyê ya Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Alaaddîn Kaya ji nûçegihanê AAyê ra got newala Çemê Dîcleyê ji gelek çivîk û teyrên kovî ra rêya koçê ye.

Kaya got teyrên goştxwur û kuvî ji ber ku zêde diwestin birçî dibin û li ser Diyarbekirê disekinin, lê ji ber ku hejmara wan zêde ye û ref bi ref difirin hin caran însan ditirsin, êrîşî wan dikin, lê ew zirarê nadin însanan.

Kaya got divê însan ji wan netirsin û wiha axivî: "Divê em ji refên bazan netirsin, kêfxweş bin. Ji ber ku xwarinê dibînin û di ewlehiyê da ne tên li vir. Ev ji bo heywanekî koç dike tiştekî girîng e. Ev nîşan dide ku pergala ekolojiyê ya wê derê jî baş e. Her sal di heyama koçê da 40-50 teyrên jehrî ketine tên dîtin, îsal di nav 15 rojan da 25 çivîkên curbicur hatin dermankirin."

"Em agahiyan didin cotkaran"

Beyter Kasim Erturkê li navendê dixwebite jî got ji ber ku heyama koçê ye gelek teyrên birîndar û yên jehrî ketine tên dermankirin.

Erturk anî ziman ji bo parastina heywnanan ew li bajêr perwerdeyê didin û wiha axivî: "Em broşuran li cotkaran belav dikin, agahiyan didin wan. Rica me ji welatiyan ew e ku bila ji van heywanan netirsin, bila ji bîr nekin ku ew jî perçeyek siruştê ne. Dema heywanekî birîndar dîtin bila bînin Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Diyarbekirê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE