"Diyarbekir wê bibe navendên werzişê yên herî girîng ên Türkiyeyê"

Bajarê Diyarbekirê bi saya veberhênanên nû yên werzişê niha gavan diavêje ku bibe bajarekî girîng ê werzişê

"Diyarbekir wê bibe navendên werzişê yên herî girîng ên Türkiyeyê"

Bajarê Diyarbekirê ya ku PKKya rêxistina terorê di sala 2015an da xendek lê kola û bi çalakiyan va zirar dayê li ser telîmeta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi "Projeya Çêkirina Sûrê" va bû bajarekî cuda û xwedî rûyekî nû.

Ev bajarê qedîm yê ji gelek şaristaniyan ra mazuwanî kiriye, bûye bajarê pêxember û sehebiyan bi saya veberhênanên nû yên werzişê niha gavan diavêje ku bibe bajarekî girîng ê werzişê.

Di 23yê Nîsanê da roja yekşemê li bajêr "Nîvmaratona Sûrê ya Navneteweyî" wê çêbibe.

Werzişvanên navdar û pispo, dildarên werzişê û gel wê beşdarî vê şahiyê bibin.

Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu der barê vê mijarê da daxuyand ev maraton wê li navçeya Sûrê çêbibe, lewra Sûr şahîdê dîrokeke bi hezaran salan e û ji hêla UNESCOyê va jî tê parastin.

Guzeloglu got him bircên Sûrê û him jî Baxçeyên Hewselê xemla Diyarbekirê ne û wiha axivî: "Em dixwazin Sûrê û Diyarbekirê ji her aliyê va bidin nasandin, bi dinyayê ra pêwendiyekê ava bikin. Ji hêla din va em dixwazin werziş yekîtiyekê ava bike. Ji ber vê em dixwazin dildarên werzişê di 23yê Nîsanê da roja yekşemê li Diyarbekirê bînin bal hevdu. Serokomarê me jî girîngiyê dide werzişê, em dixwazin ciwanên me di vê werzişê da bên bal hevdu."

- "Ev bernameyeke gelekî girîng e"

Walî Guzeloglu anî ziman li bajêr gelek ciwan dijîn, di rabirdûyê da gelek werzişvanên biqabiliyet ji bajêr derketine û ev maraton jî wê bibe wesîle ku şampiyonên nû ji bajêr derkevin.

Guzeloglu got Şaredariya Mezin a Diyarbekirê di her qadên werzişê da hewl dide pêşva here û wiha dewam kir: "Ev bernameyeke gelek girîng e. Ji ber ku alîkariyeke mezin a Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Serokê Federasyona Atletîzmê Fatîh Çîntimar û kesên din gihîştiye vê çalakiyê ez spasiya wan dikim."

Walî Guzeloglu diyar kir ku hingî li Diyarbekirê dest bi wezifeya walîtiyê kir hewl da ku di nav ciwanan da spor pêş bike û wiha pê da çû: "Hejmara kesên bi sporê ra eleqedar dibin ji sedî 300 zêde bû. Lê ev têrê nake. Armanca me ew e ku ciwan bi sporê ra eleqedar bibin û binesaziya sporê ya li bajêr baş bibe. Îro Diyarbekir ji bo bibe bajarê sporê bi lez pêş dikeve. Armanca me ew e ku vê hê jî pêş bixin. Ez bawer dikin ku sporê ji ji her alî va ji bo pêşketina ciwanan tevkariyê bide. Di demeke nêz da navê Diyarbekirê ew ê bi sporê were zanîn."

- Pîsta patena qeşa

Walî Guzeloglu diyar kir ku ew ê li Diyarbekirê cara ewil salona sporê ya sergirtî ya qada wê ya antrenmanê heye û pîsta patena qeşayê çêbikin.

Hasan Basrî Guzeloglu destnîşan kir ku Diyarbekirê êdî bi bulvar, kolan, qadên hêşin, ciyên sporê û çalakiyê civakî va bajarê hizûrê ye û wiha pê da çû:

"Diyarbekir îro bajarê hizûrê ye. Ji her alî va bajarekî xweş e. Îmar û binesaziya wê ewqasî baş e dibe ku li bajarên din tunebe. Bulvar, kolan, qadên hêşin, ciyên sporê û çalakiyên civakî va bajarê hizûrê ye û gelê me bi kêfxweşî dema xwe derbas dikin. Êş û jana PKKya rêxistina terorê anî serê welatiyan êdî ji hêla gelê me va tê dîtin. Rêxistina îxanetê û şaxên wê li ber hiqûqê jî di wijdana gelê Diayrbekirê da jî hatiye mehkûmkirin. Diyarbekirê hizûrê heq dike û dixwaze bi hizûr bijî. Em bi gelê Diyarbekirê ra bajêr xweş dikin. Ez ji wan ra jî sipas dikim. Îradeyê nîşan didin hem piştgiriyê didin hem jî projeyên me diparêzin."

Walî Guzeloglu diyar kirk u li Diyarbekirê gelek veberhênanên pîşesaziyê dewam dikin bi projeyan tevkariyê didin bajêr û wiha axivî:

"Bi projeyên me yên wekî herêma organîze ya îxtisasa tekstîlê, herêma organzîe ya lojîstikê, hermna pîşesaziya organîze ya 2yan, 2 herêmên îxtisasa xurekê û herêma besûvaniya heywandariya va di nav 2 salan da ew ê 48 hezar û 400 kesên bi sîgorte werin îstixdamkirin. Ev reqamên tesdîqkirî ne û soza wan hatiye hildan. Projeya Sîlvanê heye. Ji 8 bendav û 23 projeyên avdanê pêk tê. Proje nika pêş dikeve. Dema proje were temamkirin 235 hektar erdê were avdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE