Diyariya secadeya dirêj

Miftiyê Mardinê di Qendîlê de secadeyek diyariyê Sultan Kösenê bejndirêj kir.

Diyariya secadeya dirêj

Mıftıyê Mardinê dı Qendîla Mîracê de ji bo Sultan Kösenê bejndirêj diyariyên taybet amade kirin. Li gor bejna Sultan Kösenê insanê herî dirêj ê cihanê secadeyek, Quranek û tizbiyek bir mala wî. Piştî diyarî dan Sultan Kösên bi hev re nimêj û dia kirin.

Bi bejna xwe ya 2 mitro û 51 santîm xwedî nav û deng e. Di pirtûka Rekorên Guinnessê de wek insanê herî dirêj ê Dinyayê navê wî heye.

Bi boneya Qendîla Mîracê Miftiyê bajêr Ali Hayri Çelik çû serdana Sultan Kösênê li Mardinê dijî.

Miftîtiya bajêr li gor bejn û bala Sultan diyarî danê.

Miftî Ali Hayri Çelik got, ''Em hatin serdana birayê xwe Sultan Kösen. Di Qendîla Mîracê de, me him qendîla wî pîroz kir, him jî ji bo bi diyariya qendilê zêdetir nêzîkî nimêjê bibe me secadeyeke li gorî bejna wî û Quran û tizbiyek diyariyê wî kir.”

Sultan Kösen ji serdana Miftiyê Mardinê gelek kêfxweş bû.

Di dawiya serdanê de jî bi hev re nimêj û dia kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE