Li Gevera Colemêrgê xwendekarên lîseya Şemsetti̇n Onay xwestin diyariyeke taybet bidin hêzên ewlekariyê yên li ser kar. xwendekaran diyariyeke wisa taybet çêkirin ku hêzên ewlekariyê pê pir kêfxweş bûn.
Hêzên ewlekariyê li ber sir û seqemê jî ewlehiya welatiyan pêk tînin.
Hin caran welatî ji hêzên ewlekariyê re surprîzên taybet dikin.
Xwendekarên Lîseya Şemsettin Onay jî xwestin diyariyeke taybet bidin hêzên ewlekariyê.
Xwendekaran borek çêkirin û birin dan polîsên li ser kar.
Peywirdarên ewlekariyê bi diyariya taybet a xwendekaran kêfxweş bûn û bi wan re wêne kişandin.