Dizên dewaran hatin girtin

Li Erziromê çeteya ku ji 9 kesan pêk tê û heywanan didize, di operasyonê da hat girtin

Dizên dewaran hatin girtin

Li Erziromê çeteya ku ji 9 kesan pêk tê û heywanan didize, di operasyonê da hat girtin.

Ji bo desteserkirina çeteya ku meha gulanê li Oltuyê 25, li Çatê 24, li Xoresanê jî 11, bi tevahî 60 serî dewar dizîn, ekîban dest bi xebatê kir.

Ekîban bi baldarî û hûrgilî şop ajotin û dizên ku ji tewleyan û herwiha li çolê dewar dizîn, girtin.

6 endamên çeteyê E.A, O.G, A.Y, A.I, C.Y û N.F. li Bazîda navçeya Agiriyê, hersêyên din B.E, B.E, S.O. ku bi firotanê ra mijûl in jî li Tuşbaya Wanê hatin binçavkirin.

Ji 9 kesên ku ji bo Edliyeya Oltuyê hatin veguhestin, jê E.A, O.G, A.Y, A.I, C.Y, N.F. ku dizî kirin, hatin girtin û herwiha B.E, B.E û S.O. ku karê firotina heywanan kirin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE