Êrîşên Rejîma Esed ên li ser Îdblibê dewam dikin. Hêzên rejîmê bajaroka cercenazê jî bi dest xist. Tevî wê di nav 4 rojan de 35 navend ketin bin kontrola rejîmê.
Rejîma Esed a ku li gorî peymana Astanayê tevnagere, li Îdlibê êrîşên xwe yên bi ser sivîlan de didomîne.
Rejîm bi taybetî êrîşî navendên wek navendên Maarratunnûman, Seraqîbê û derdora wan dike.
Hêzên rejîmê di 4 rojên dawî de li 35 navendan konrol bi dest xist.
Ji 17ê Îlona 2018an û vir ve ku Rûsya û Tirkiyê ji bo li Îdlibê aramî bê peyman îmzekirin, di êrîşan de hezar û 300 sivîl mirine.