Dîmenên dawî yên rojnameger derketin holê

Washîngton Postê dîmêna gava Kaşikçi dikeve sefaretê weşand...

Dîmenên dawî yên rojnameger derketin holê

Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi ev çend roj in winda ye. kaşikçi herî dawî çûye sefareta erebistana siûdî. washîngton postê dîmena ku gava kaşikçi dikeve sefaretê weşand.

Ev çend roj in ji Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî tu xeber tune ye.

Dîmenên herî dawî yên rojnemeger hatin weşandin.

Hatibû îdiakirin, Kaşikçi herî dawî çûye Sefareta Erebistana Siûdî ya Stenbolê. Washîngton Postê dîmena ku gava rojnameger dikeve sefaretê, parve kir.

Di dîmenan de xuya dike ku Kaşikçi bi tenê, peyatî diçe sefaretê.

Gava li ber deriyê seferatê ye, li paş wesayîdeke reş balê dikşîne.

Di van dîmenan de dîrok û seat jî diyar e.

Rojnamegerê Siûdî di 13:14an de ji deriyê sefaretê dikeve hundir.

Dîrok jî 2yê Cotmehê ye.

Kê ev wêne daye Washîngton Postê nayê zanîn.

Piştî ku rojnamger ket sefaretê û pê ve tu xeberek jê nehat.

Tê îdiakirin, Kaşikçi hatiye kuştin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê rojnameger de lêpirsîn da destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 13:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE