Dîmenên dawîn yên ciwanê ku li Malatyayê ji "gondol"ê ket

Donmezê hevalê Ahmet Kaya got ku roja ewil ya eydê bi Ahmet ra çûne lunaparkê û çend caran li "gondol"ê siwar bûne.

Dîmenên dawîn yên ciwanê ku li Malatyayê ji "gondol"ê ket

Dîmenên dawîn yên Ahmet Kaya (26) derketin holê ku li Meletiyê roja ewil ya Eyda Qurbanê li lunaparkê ji "gondol"ê ket û mir.

Ahmet Kayayê li Battalgaziya navçeya navendî ji "gondol"ê ket û mir di dîmenên xwe yên dawîn da li kêleka Mehmet Donmezê hevalê xwe di gondolê da xwe dihejine.

Di dîmenan da Kaya û Donmez li ber muzîka ku lêdixe kêf dikin.

Mehmet Donmezê hevalê Ahmet Kaya got ku roja ewil ya eydê bi Ahmet ra çûne lunaparkê û çend caran li "gondol"ê siwar bûne.

Donmez diyar kir gava şêla dawîn li "gondol"ê siwar bûne bûyer qewimiye û wiha peyivî, "Em sê caran li gondolê siwar bûn. Di şêla dawîn da gava gondol parî bilind bû û di pey ra jî daket hesin ji hev vebû û Ahmet jê da ket. Ket ranebû ser xwe. Gava min vîdeoyê dikişand em du caran li kêleka hev rûnişitibûn. Di pey ra em ji hev qetiyan û ew derbasî aliyê din bû. Di navbera me da du zarok hebûn. Em dixwazin edalet bê cî. Bira canê kesî neêşe."

"Îro wê deweta kekê wî bûya"

Hatîce Seher Kayaya diya Ahmet Kaya diyar kir du zarokên wê hebûn û wiha axivî, "Îro wê deweta kekê wî Îhsan Kaya bûya. Ji ber cinaze me dewet taloq kir."

Diya Ahmet destnîşan kir ku nizanibûya ku roja bûyerê çûye lunaparkê û got ku em ew roj çûbûn gund, me gazî wî jî kir, lê nexwest bi me ra were.

Hatîce Seher Kayayê di berdewamiyê da wiha axivî, "Îro deweta Îhsanê kekê wî bû. Xwendiyên dewetê îro hatin cinazeyê wî. Min ê dewet bikira lê kurê min mir. Kurê min ê mezin wê cilên zavatiyê li xwe bikira, lê kurê min ê biçûk kefen lê kir. Ez ê çawa li ber xwe bidim, ez ê çi bibêjim nizanim. Li ber çavên min digere. Derî lê dikeve ez dibêjim qey wê ew were. Derdikevim şaneşînê û mêze dikim. Dilê min şewitî bira dilê dayikên din neşewite."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE