Dîmenên ewil ên ji Civîna G-20ê

Civîna G-20ê li Japonyayê dest pê kir. Di destpêka civînê de rêberan bi hev re wêne girtin.

Dîmenên ewil ên ji Civîna G-20ê

Civîna G-20ê li Japonyayê dest pê kir. Di destpêka civînê de rêberan bi hev re wêne girtin. Di hemû wêneyên girîng de Serok Recep Tayyîp Erdogan jî hebû. Bi taybetî di wêneya malbatî de Serokê Emerîkayê Donald Trump li cem Erdogan bû û dema wêne hat girtin” bi destê xwe jê re got temam. Erdogan piştî wênegirtinê bi serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re sohbet kir.

Di wêneyên malbatî de ligel Trump bû û ji hev re bi destan gotin temam.

Serok Erdogan beriya xwarinê jî bi Pûtîn re sohbeteke xweş kir.

Civîna Rêberan a G-20ê bi van dîmenên girîng dest pê kir.

Serok Recep Tayyîp Erdogan dema gihîşt cihê civînê Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe ew pêşwazî kir.

Piştî pêşwazîkirinê wêneyên malbatî hatin girtin.

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun ew kêlî li ser medyaya civakî parve kirin.

Di wêneyekî de Serok Erdogan ji Serokê Emerîkayê Trump rebi destan işareta temamê dike.

Di wêneyên din de Erdogan bi Putîn û Macron re sohbetê dike.

Serok Erdogan di wêneyekî de jî destê xwe diavêje ser milê Macron.

Recep Tayyîp Erdogan di wêneyê malbatî de ligel Serokê Emerîkayê Trump bû.

Pişt re bi rêberan re çû çalakiya Aboriya Dîjîtal.

Rêber piştî çalakiyê çûn xwarinê.

Beriya xwarinê Erdogan û Pûtîn sohbet kir.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavusoglu û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak jî ligel Erdogan bûn.

Serok Erdogan ji xeynî xebatên ji bo civînê hevdîtinên rûbirû jî dike.

Ewilî Serokê Bankaya Cîhanê Davîd Malpass qebûl kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavusoglu û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak jî hebûn.

Hevdîtin nêzî nîv saet dewam kir.

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE