Dîmenên înfaza FETÖ’yê

Di dîmenan de xuya dike ku Turgut Aslan ji bo kuştinê dibin

Dîmenên înfaza FETÖ’yê

Di 15ê tîrmehê de derbekarên FETÖ’yî serokê daîreya têkoşîna li dijî terorê Turgut Aslan birîndar; parêzerê wî Hasan Gülhan jî şehîd kirin. dîmenên înfazkirina wan derketin.

Di dîmenan de Turgut Aslan bi parêzer û şofêrê xwe ve diçe Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û di destpêka derbeyê de ew tên girtin.

Piştî ku hewla derbeyê têk diçe; Mîralayê derbekar Erkan Öktem û derbekarên din, dest û çavên Aslan û Gülhan girêdidin, wan dibin xwaringeha fermandariyê ku bikujin.

Derbekarên FETÖ’yî Turgut Aslan û Hasan Gülhan qetil dikin.

Aslan demeke dirêj di beşa nexweşiyên giran de ma û xilas bû. Lê Hasan Gülhan di cihê bûyerê de şehîd ket.

Di dîmenan de xuya dike ku derbekar Erkan Öktem piştî înfazê ji fermandariyê derdikeve.

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE