"Dînê terorê tuneye û terora dîn jî tuneye"

Wezir Gul çû serdana Serokatiya Entabê ya Memur-Senê û li vir axivî.

"Dînê terorê tuneye û terora dîn jî tuneye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "HDP dibêje 'Li Enqereyê Mansur Yavaş û li Stenbolê Îmamoglu qezenc bike hûn deyndarê me ne'. Berê eşkere nedigotin, lê niha eşkere xeber didin. Îtifaqên di odeyên tarî da hatine çêkirin wê gelê me di sandoqê da xera bike."

Gul çû serdana Serokatiya Entabê ya Memur-Senê û li vir axivî.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir HDP dibêje 'Li Enqereyê Mansur Yavaş û li Stenbolê Ekrem Îmamoglu qezenc bike hûn deyndarê me ne' û wiha got: "Berê eşkere nedigotin, lê niha eşkere xeber didin. Îtifaqên di odeyên tarî da hatine çêkirin wê gelê me di sandoqê da xera bike."

Abdulhamît Gul ji bona êrîşên terorê yên li Zelandaya Nû dijî du mizgeftan hatin kirin wiha got: "Dînê terorê tuneye û terora dîn jî tuneye. Mîna mizgeftan dijî dêr û sînagogan jî êrîş bên kirin em qebûl nakin."

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê êrîşên terorê yên li ser du mizgeftên li Zelandaya Nû diyar kir kesên ku hê vê bûyerê wekî bûyera terorê nanirxînin, bertekê nîşan nadin ji xwe bûyerên wiha xwedî dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE