"Dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e"

Useymînê Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya ya Îslamê di vekirina Civîna Komîteya Îcrayê ya Acîl ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê da ku bi beşdarbûna wezîrên karên derva tê lidarxistin, axivî...

"Dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e"

Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Yûsif bîn Ehmed el- Useymîn: "Divê em ji hemû serok û rêberan ra wiha bibêjin; dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e. Heger em zimanê xwe xweş nekin û rê li ber êrîşên dijî Misilmanan negirin wê êrîşên wiha dewam bikin."

Useymînê Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya ya Îslamê di vekirina Civîna Komîteya Îcrayê ya Acîl ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê da ku bi beşdarbûna wezîrên karên derva tê lidarxistin, axivî.

Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Yûsif bîn Ehmed el- Useymîn destnîşan kir dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e û wiha axivî: "Divê em ji hemû serok û rêberan ra wiha bibêjin; dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e. Heger em zimanê xwe xweş nekin û rê li ber êrîşên dijî Misilmanan negirin wê êrîşên wiha dewam bikin."

Useymînê Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya ya Îslamê der barê êrîşa li Zelandaya Nû da wiha peyivî: "Ev êrîş bi rastî ji bo bi ser xwe hatina me da jî dibe ku bibe xaleke girîng. Ev êrîşa li ser Misilmanan hat kirin di qada xwe da jî ya herî hov bû. Ji ber vê êrîşa ku li Zelandaya Nû rû da em ê paşve gav neavêjin û neqedînin, ev wê nikaribe rê li ber tiştekî wisa veke."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE