"Dostiya me ya bi Nêçîrvan Barzanî ra gelekî cuda ye û hiqûqa me zêde ye"

"Niha li Iraqê, bakurê Iraqê helwesta Barzaniyan gelekî cuda ye. Helwesta wan bi Tirkiyeyê ra hevpar e û piştevaniyê dimeşînin. "

"Dostiya me ya bi Nêçîrvan Barzanî ra gelekî cuda ye û hiqûqa me zêde ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ziyareta Ukraynayê di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û rojev nirxand, pirs bersivand.

"Me bi Nêçîrvan Barzanî ra li ser navenda Iraqê jî xeberda"

Serokomar Erdogan li ser pirsa "Xaza ji Iraqê were gelo ew ê ji bakurê Iraqê ra were? We çendekî berê bi Nêçîrvan Barzanî ra civîn kir. Rêveberiya navendî nîne herhal Bakurê Iraqê ye?" wiha axivî:

"Nêçîrvan Barzanî li bakurê Iraqê be jî me li ser navenda Iraqê jî xeberda. Dostiya me ya bi Nêçîrvan Barzanî ra gelekî cuda ye û hiqûqa di navbera me da zêde ye. Wî jî got çi ji destê wî tê ew ê bike bi rêveberiya navendê û eleqedaran ra li ser mijarê biaxive. Înşaellah ji bo xaza Iraqê jî em ê peymanên xwe çêkin, her kesî qezenc bike."

"Bi hilbijartina serokomariyê va li Iraqê pêvajoyeke cuda wê dest pê bike"

Li ser pirsa dibêje "Di operasyonên dervayê sînor da van rojên dawîn hetanî herêmên li başûrê Hewlêr û Silêmaniyê diçin. Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê piştgiriyê dide van operasyonan lê HDP piştgiriyê nade. Li berevajiyê vê peyama sermezarkirinê diweşîne. Hûn vê çito dinirxînin?" Serokomar Erdogan wiha got:

"Niha li Iraqê, bakurê Iraqê helwesta Barzaniyan gelekî cuda ye. Helwesta wan bi Tirkiyeyê ra hevpar e û piştevaniyê dimeşînin. Li dijî PKKya rêxistina terorê jî helwesta wan cuda ye û helwesta xwe her ku diçe îspat dikin. Di hevdîtina vê carê da min bi taybetî ev li ser vî dît, tê fehmkirin ku li Iraqê bi hilbijartina Serokomariyê va pêvajoueke cuda wê dest pê bike. Gelê herêmê ji terorê bêzar bûye. Kî çi dibêje bira bêje em ê koka terora hizûr, ewlehî û îstiqrara herêmê xirab dike biqelînin, em biryardar in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE