Dosyeyên parêzbendiyê yên nû şandin Meclisê

Dosyeyên parêzbendiyê yên nû şandin Meclisê

Dosyeyên parêzbendiyê yên 13 parlamenterên HDPyê ku Wekîlê Serokê Koma HDPyê Meral Daniş Beştaş jî di navê da ye, pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.

Tezkereyên Serokomariyê yên Rakirina Parêzbendiya Qanûnçêkirinê ji hêla Serokatiya Meclisê li lîsteya "Kaxizên Hatin" hat zêdekirin û bo Komîsyona Têkel hat şandin ku ji endamên Komîsyona Destûrê û Komîsyona Edaletê pêk tê.

Ji xeynî Beştaşê, parlamenterên ku fezlekeyên wan şandin Komîsyona Têkel ev in:

Parlamentera HDPyê ya Şanliurfayê Ayşe Surucu, Parlamenterê HDPyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, Parlamentera HDPyê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir, Parlamenterê HDPyê yê Wanê Tayip Temel, Parlamentera HDPyê ya Wanê Muazzez Orhan Işik, Parlamenterê HDPyê yê Mûşê Mensur Işik, Parlamenterê HDPyê yê Wanê Murat Sarisaç, Parlamenterê HDPyê yê Tunceliyê Alican Onlu, Parlamenterê HDPyê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlamentera HDPyê ya Mûşê Gulustan Kiliç Koçyigit, Parlamenterê HDPyê yê Hekariyê Sait Dede, Parlamenterê HDPyê yê Wanê Sezai Temelli.

Di nava fezlekeyên hatî da ji her yekî du dosyeyên Mensur Işik û Dirayet Dilan Taşdemirê hene.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE