Doza der barê kuştina Cemal Kaşikçi da dest pê kir

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê der barê 20 bersûcên firar da ku biryara girtina wan hatiye dayîn îdianameyeke ji 117 rûpelan pêk tê amade kiriye. 

Doza der barê kuştina Cemal Kaşikçi da dest pê kir

 Doza der barê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê da ku 2yê Cotmeha 2018an li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat qetilkirin dest pê kir.

Di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran ya 11emîn ya Stenbolê dest pê kir da 20 bersûcên firarî ku der barê wan da biryara qefaltinê heye beşdar nebûn.

Hatîce Cengiza dergistiya Cemal Kaşikçi bi sifetê muştekî tevî parêzerê xwe beşdarî rûniştinê bû.

Di rûniştinê da îdianame bi kurtasî hat xwendin û Hatîce Cengiza bi sifetê muştekî îfade dide.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê der barê 20 bersûcên firar da ku biryara girtina wan hatiye dayîn îdianameyeke ji 117 rûpelan pêk tê amade kiriye. 

Mehkemeya Cezayê Giran ya 11emîn ya Stenbolê îdianame qebûl kir û rûniştina ewil li Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê tê kirin.

Cemal Kaşikçi weke "meqtûl" dergistiya wî Hatîce Cengiz jî weke "muştekî" di îdianameyê da cih girt. Di îdianameyê da ji bo bersûc Ehmed bîn Mihemed el-Asirî û Suud el-Kehtanî ku ji bo kuştinê bersûcên din wezîfedar kirine û telîmat dane wan, ji ber sûcê "bi qestî, plankirî û bi hîseke dirinde eziyet dane kişandin û dane kuştinê" cuda cuda cezayê hebsa hetahetayê ya girankirî tê xwestin.

Ji bersûcên din der barê Mansûr Osman Ebû Huseyîn, Maher Ebdulezîz M. Mutreb, Salah Mihemed A. Tubaigy, Mistefa Mihammed M. El-Madanî, Saîf Saad Q. el-Kehtanî, Thaar Ghaleb T. Alharbî, Badr Lafi M. Alotaibi, Turkî Musharraf M. Alshehrî, Fahad Shabib A. Albalawi, Waleed Ebdullah M. Alshehrî, Mihemmed Saad H. Alzahranî, Naif Hasan S. Alarîfî, Ebdulezîz Mihemmed M. Alhawsawî, Xalid Aedh G. Alotaibi, Meshal Saad M. Albostani, Muflih Shaya M. Almuslih, Ehmed Ebdullah A. Almuzaini û Saad Muid Alqarnî da jî ji ber sûcê "bi qestî, plankirî û bi hîseke dirinde eziyet danê û kuştine" cuda cuda cezayê hebsa hetahetayê ya girankirî tê xwestin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE