Doza dibistana herbê dewam dike

Di dozê de 24 ji wan girtî 43 bersûc tên darizandin

Doza dibistana herbê dewam dike

Di çarçoveya hewla derbeya 15ê tîrmehê de doza efserên ku li dibistana herbê ya asîmanî peywirdar bûn, dewam dike. di dozê de 43 kes tên darizandin.

Di avahiya li hemberî Saziya Înfaza Cizayê ya Silivriyê de ji aliyê 37emîn Dadgeha Cizayê Giran a Stenbolê ve 43 kes tên darizandin.

24 ji wan girtî 37 bersûc û parêzerên wan beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzerên Serok Recep Tayyip Erdoğan jî tevlî rûniştinê bûn.

Rûniştin, li hemberî mutaleayê bi beyanên bersûcên girtî dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE