Doza Fermandariya Hêzên Behrewaniyê

23 bersûcan cizayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî xwar

Doza Fermandariya Hêzên Behrewaniyê

Di doza hewla derbeyê ya fermandariya behrewaniyê de qerar hat dayîn. Amîralên derbekar, cizayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî xwar.

Ji bo qerar bê dayîn, mehkemeya dawî li hepsa Kandirayê hat kirin.

Bersûc, di bin tevdîrên berfireh de hatin salona mehkemeyê.

Dozgerê Komarê, ji bo 51 bersûcan cizayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî xwest.

Bersûcan gotinên xwe yên dawî gotin.

Heyeta Mehkemeyê jî piştî navberê qerara xwe da.

Amîralên berê Hayrettin İmren û Nazmi Ekici jî tê de, 23 bersûcan cizayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî xwar.

13 bersûcan jî cizayê hepsê yê heta hetayê xwar.

11 bersûcan jî, di navbera salek û 26 salan de cizayê hepsê xwar..

8 bersûc jî hatin berdan.

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE