Doza girtinê ya ji bo HDP’ê

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê doz vekir

Doza girtinê ya ji bo HDP’ê

Dibe ku HDP bê girtin, piştgiriya xezîneyê bi temamî yan jî qismî bê qutkirin

Serdozgeriya komarê ya dadgeha bilind îdia kir ku “HDP bûye çavkaniya fealiyetên terorî yên pkk’ê”, bi vê hincetê jî li dadgeha makezagonê doza girtina hdp’ê da vekirin. Niha ji bo HDP’ê pêvajoya dadgeha makkezagonê dimeşe. 3 tercîhên dadgeha makezagonê hene. Va ye hûrgiliyên mijarê di xebera me de ne…

Fezlekeyên ji bo sûcên endamtî û propagandaya rêxistina terorî PKK’ê, îdianameya bûyerên 6 û 8ê Cotmehê ya bi 108 bersûcan, biryarên girtinê….

Hemû bûn delîl û doz hat vekirin…

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê li Dadgeha Makezagonê doz vekir.

Di doza girtinê de hat dûpatkirin ku HDP ligel rêxistina terorî PKK’ê tevdigere, bi daxuyanî û fealiyetên xwe xirakirina yekîtiya dewletê dike hedef.

Ji bo 687 endamên HDP’ê jî qedexeya kirina kar û barên siyasetê tê xwestin.

Niha li Dadgeha Makezagonê pêvajoya girtina HDP’ê dimeşe.

Dadgeha Makezagonê wê ewilî îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind lêbikole.

Serokê Dadgehê Zühtü Arslan wê raportorekî wezîfedar bike.

Raportor jî wê îdianameya 609 rûpelî li gorî şiklê darizandinê lêbikole.

Û wê ewilî rapora xwe bide serokatiya Dadgeha Makezagonê.

Ger were qebûlkirin, îdianame wê were şandin ji bo HDP’ê.

HDP jî wê li gorî ûsil û esasê xwe biparêze.

Divê HDP di nav dema qanûnî de xwe biparêze.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin wê fikra xwe ya derbarê esas de ragihîne ji bo Dadgeha Makezagonê.

Ev fikra serdozger wê ji HDP’ê re were şandin.

Dû re di dîrokeke diyarkirî de rayedarên HDP wê li dadgehê xwe biparêzin.

Di vê navberê de jî raportorê Dadgeha Makezagonê wê rapora xwe ya derbarê esas de amade bike.

Piştî ku rapor li endamên Dadgeha Makezagonê were belavkirin, serokê dadgehê Zühtü Arslan wê ji bo civînê rojekê diyar bike.

Di civînê de li gorî esas wê biryar were dayîn.

15 endamên Dadgeha Makezagonê hene.

Bi dengên ji 3yan 2yê endamên ku tev li civînê bûne, biryar dikare were dayîn.

Dadgeha Makezagonê li gorî sûcan dikare 3 biryarên cuda bide.

Yan HDP wê were girtin.

Yan jî ji şûna girtinê, piştgiriya xezîneyê yan bi temamî yan jî qismî wê were qutkirin.

Ya 3yan jî ew e ku dadgeha Makezagonê dikare ji ber sûcên di îdianameyê de ceza bide parlamenteran.

Ger Dadgeha Makezagonê biryara girtina HDP’ê bide, rêvebir û parlamenterên HDP’ê yên ku navê wan di îdianameyê de ne, wê heta 5 salan nikaribin kar û barên siyasetê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE