Doza Leyla Aydemirê

Yek ji wan girtî 7 gumanbar dê îfadeyê bidin dadger

Doza Leyla Aydemirê

di çarçoveya doza Leyla Aydemirê de ku li Ağriyê hatibû revandin û kuştin, 7 gumanbar dê îfadeyê bidin dadger.

Dozgerî di îdianameya xwe de ji bo gumanbaran ji ber sûcê “ bi qestî kuştina mirovan” cizayê hepsê yê girankirî yê heta hetayê û ji ber sûcê “Bi hevkariyê revandina mirovan” heta 14 salan cizayê hepsê dixwaze.

Rûniştin wê li 1. Dadgeha Cizayê Giran a Agiriyê bê kirin û 7 gumanbar dê îfadeyê bidin.

Leyla Aydemîra 4 salî di 15ê Hezîrana 2018an de winda bûbû. Piştî 18 rojan 2 kîlomîtro û nîv dûrî gund termê wê hatibû dîtin. Derbarê bûyerê de 7 kes hatin binçavkirin. 3 ji wan jî xizmên keçikê bûn.

Kurmamê bavê Leylayê Nîhat Aydemîr hat girtin.

Di îdianameyê de li gorî gotinên şahidê veşartî “Yîğit” di navbera Nîhat Aydemîr û birayê wî Yusuf Aydemîr de neyartî hebû.

Şahidê veşartî ji wêneyên gumanbar ew teşhis kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE