Doza li ser kuştina Cemal Kaşikçi sibê dest pê dike

Rûniştina ewil wê sibê li Qesra Edaletê ya Îstanbulê ya li Çaglayanê were kirin. 

Doza li ser kuştina Cemal Kaşikçi sibê dest pê dike

Serdozgeriya Komarê ya Îstanbulê ji bo kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê der barê 20 bersûcên firar ku biryara girtina wan hatiye dayîn da îdianameyeke ku ji 117 rûpelan pêk tê, amade kir.

Mehkemeya Cezayê Giran a 11emîn a Îstanbulê îdianame qebûl kir û rûniştina ewil wê sibê li Qesra Edaletê ya Îstanbulê ya li Çaglayanê were kirin. 

Cemal Kaşikçi weke "meqtûl" dergistiya wî Hatîce Cengiz jî weke "muştekî" di îdianameyê da cih girt. Di îdianameyê da ji bo bersûc Ehmed bîn Mihemed el-Asirî û Suud el-Kehtanî ku ji bo kuştinê bersûcên din wezîfedar kirine û telîmat dane wan, ji ber sûcê "bi qestî, plankirî û bi hîseke dirinde eziyet dane kişandin û dane kuştinê" cuda cuda cezayê  hebsa heta hetayê ya girankirî tê xwestin.

Ji bersûcên din der barê Mansûr Osman Ebû Huseyîn, Maher Ebdulezîz M. Mutreb, Salah Mihemed A. Tubaigy, Mistefa Mihammed M. El-Madanî, Saîf Saad Q. el-Kehtanî, Thaar Ghaleb T. Alharbî, Badr Lafi M. Alotaibi, Turkî Musharraf M. Alshehrî, Fahad Shabib A. Albalawi, Waleed Ebdullah M. Alshehrî, Mihemmed Saad H. Alzahranî, Naif Hasan S. Alarîfî, Ebdulezîz Mihemmed M. Alhawsawî, Xalid Aedh G. Alotaibi, Meshal Saad M. Albostani, Muflih Shaya M. Almuslih, Ehmed Ebdullah A. Almuzaini û Saad Muid Alqarnî da jî ji ber sûcê "bi qestî, plankirî û bi hîseke dirinde eziyet danê û kuştine" cuda cuda cezayê hebsa hetahetayê ya girankirî tê xwestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE