Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kahramanmaraşê û Borseya Bazirganiyê ya Gaziantepê ji bo îsota ku bi îşareta "Îsota Îslahiyeyê" hatibû tescîlkirin, ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirkî ve ketin mehkemê.
Îsota navborî li herêma li bakurê wê Nurdax û çiyayên Amanosê heye û li başûr ji Îslahiyeyê digihe heta sînorî Sûriyeyê, şîn tê, dema taze be kesk e û dema digihije sor dibe, tûjiya wê jî navend e.
Saziya Patent û Markayê ya Tirkî, li ser serîlêdana Borseya Bazirganiya Gaziantepê îşareta "Îsota Îslahiyeyê" da vê îsotê. Lêbelê piştî ku saziyê îsot weke "Îsota Îslahiyeyê" tescîl kir, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kahramanmaraşê û Borseya Bazirganiyê ya Gaziantepê ketin qirika hevdu.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kahramanmaraşê îdia dike ev îsot "Îsota Meraşê" ye û bi daxwaza betalkirina îşareta "Îsota Îslahiyeyê" doz vekir.
Piştî vekirina dozê parêzerên Borseya Bazirganiyê ya Gaziantepê û yên Saziya Patent û Markayê ya Tirkî îdia red kirin.AA