Doza TIRên MÎT’ê

Dadgeha Bilind: Ev planeke organîze ya rêxistina terorî FETÖ’yê bû

Doza TIRên MÎT’ê

Di doza sekinandina TIRên MÎT’ê, de dadgehê sedama biryara xwe ragihand. mehkemê got ku rêxistina terorî FETÖ’yê plan kir û bi awayekî rêxistinî ev organîze kir. dadgehê got; hedefa rêxistina terorî Hikûmet û MÎT bû.

“Hedefa wan, rasterast hikûmeta Komara Tirkiyê û Teşkîlata Saloxgeriya Netewî-MÎT bû.”

“Lêpirsîneke asayî nîn e, rêxistina terorî FETÖ’yê plana vê organîzasyonê kir.”

Di Doza Sekinandina Tirên MÎTê de, dadgehê sedema biryara xwe got.

16emîn Daîreya Ciza ya Dadgeha Bilind, biryara xwe ya berfireh a ku hezar û 320 rûpel e, qedand.

Di doza Tirên MÎTê de 54 bersûc tên darizandin.

Di biryara bisedem de agahiyên sosret hene.

Dadgehê di biryara xwe ya berfireh de got; tu kes bi tena serê xwe nikare TIRên MÎTê bide sekinandin. Ji ber vê yekê jî îxtimaleke mezin; di çarçoveya armancên rêxistinê de, endamên FETÖ’yê ev yek kirin.

Dadgehê got bersûc, endamên Rêxistina Terorî FETÖ’yê ne û gotina xwe bi delîlan piştrast kir.

Di qerara berfireh de wisa hat gotin; şerê navxweyî yê Sûriyê rasterast tesîr li Tirkiyê dike û Tirkiyê jî ji bo ewlehiya sînorên xwe, gaveke wisa avêt.

Hat gotin; rêxistina terorî FETÖ jî di vê pêvajoyê de li dijî dewletê tevgeriya.

Ji ber ku rêxistina terorî dixwest pergala makezagonê biguherîne û ji bo di qada navneteweyî de Tirkiyê bixe tengasiyê, ev plan meşand.

Ji ber ku endamên rêxistina terorî FETÖ’yê tirên MÎTê dan sekinandin, di Çileya 2014an de doz hat vekirin.

Bersûc ji ber sûcên; “Endamtiya rêxistina terorî FETÖ’yê” û “Bidestxistina agahiyên veşartî yên dewletê” cizayên hepsê xwarin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE