Dozgerê berê yê doza Ergenekonê ji ber endamiya FETÖ’yê ceza xwar

Dadgeha Bilind cezayê dozgerê berê yê doza Ergenekonê erê kir...

Dozgerê berê yê doza Ergenekonê ji ber endamiya FETÖ’yê ceza xwar

Dozgerê berê yê doza Ergenekonê Mehmet Ali Pekgüzel ji ber endamiya rêxistina terorî ya fetö’yê ceza xwaribû. dadgeha bilind cezayê wî pejirand.

Mehmet Ali Pekgüzel dozgeriya rûniştinê ya doza Ergenekonê ya kumpasa FETÖ’yê kiribû.

Pekgüzel ji aliyê 2yemîn dadgeha cezayê giran a Edenê bi sûcê “endemiya rêxistina terorî ya çekdar” dihat darizandin.

Û di 2ê tebaxa 2018an de 7 sal û 6 meh cezayê hepsê xwaribû.

Li ser daxwaza temyîzê 16emîn daîreya cezayê ya Dadgeha Bilind cezayê Pekgüzel pejirand.

Di biryarê de hat gotin hemû delîlên hikmê li gorî hiqûqê hatine bidestxistin.

Dadgeha bilind di biryara xwe de got pêvajoya darizandinê jî li gorî hiqûqê hatiye kirin.

Darizandina Pekgüzel ligel dozger û dadgerên din ên ku di doza ergenekonê de wezîfe girtine, bi sûcê “tawanbariya bibuxtan û bêûsiliya wezîfeyê” di 8emîn daîreya cezayê ya Dadgeha bilind de dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE