Dozger Selim Kiraz wê were bibîranîn

Li Siirtê navê dozgerê şehîd dan kolana dadgehê

Dozger Selim Kiraz wê were bibîranîn

Beriya 6 salan Dozger Mehmed Selim Kiraz ji aliyê rêxistina terorî dhkp-c’ê ve hatibû şehîdxistin. Dozgerê şehîd nayê jibîrkirin. Niha li Siirtê navê kolana mezin a dadgehê wek navê şehîd hat guhertin.

Navê dozger Selim Kiraz wê her tim li Siirtê  were bibîranîn.

Kolana dadgehê ya Siirtê êdî wê bi navê Dozger Selim Kîraz were zanîn.

Şaredariya Siirtê bi biryara meclisê navê kolanê guhert.

Bi vê yekê armanc ew e ku navê dozgerê şehîd wek nemir bimîne.

Tabeleya ewil jî hat pêxistin.

Dozger Kîraz 6 sal berê li dadxaneya Stenbolê ji aliyê rêxistina terorî DHK-C’yê ve hatibû şehîdxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE