Dêra 1600 salî seba turîzmê tê amadekirin

Navçeya Eğilê ji hêla turîzmê va cihekî girîng e. Wisa tê bawerkirin ku pêxember Zulkifl û Elyesayê ku navê wan di Qur'ana Pîroz da derbas dibin li vir hatine definkirin. Gola Bendavê ya Keça Kral, sarincên sûrê û dîroka xwe va navçe mêvanên ku ji çar aliyê welêt tên diezimîne. 

Dêra 1600 salî seba turîzmê tê amadekirin

 Li Eğila navçeya Diyarbekirê Dêra Mor Yuhannayê ya 1600 salî ya ku bi neqşên cuda yên xaçan va hatiye xemilandin wê ji bo turîzmê bê amadekirin.

Navçeya Eğilê ji hêla turîzmê va cihekî girîng e. Wisa tê bawerkirin ku pêxember Zulkifl û Elyesayê ku navê wan di Qur'ana Pîroz da derbas dibin li vir hatine definkirin. Gola Bendavê ya Keça Kral, sarincên sûrê û dîroka xwe va navçe mêvanên ku ji çar aliyê welêt tên diezimîne. 

Şaredariya Eğilê ji bo tunelên li Keleha Asurê yên girtî bên vekirin xebatan dikin û ji aliyekî din va jî li dora kelehê dikolin.

Li dora Dêra Mor Yuhannayê ya 1600 salî xebatên kolandin û paqijiyê wê bên kirin ku ev dêra ku Yuhannayî demekê ders daye ji bo turîzmê bê bikaranîn. 

Li ser dîwarên dêrê neqşên cuda yên xaçan heye ku bi saya xebatên turîzmê va ewê bên temaşekirin.

Xebatên kolandinê wê biharê dest pê bike

Qaymeqamê Eğilê û Wekîlê Şaredar Îdrîs Arslan got, navçe ji hêla gorên pêxemberan va cihekî girîng e û wiha axivî: "Eğil ne tenê ji bo dîroka Îslamê, ji bo dîroka Cihû û Xristiyanan jî girîng e. Înşallah xebatên me yên kolandinê wê biharê dest pê bikin. Emê vê dêra ku bi neqşên cuda yên xaçan va hatiye xemilandin ji bo ziyaretê vekin. Emê di demeke kin da ji bo xizmeta dinyayê vê derê amade bikin."

Arslan bangî ziyaretvanên herêmî û biyanî kir ku ew bên Eğilê û û wiha dewam kir: "Em mazuvaniya mêvanên xwe bikin û vê erdnîgariya xweş em bi hev ra nas bikin. Em dest bidin hev qîmetê bidin vê erdnîgariya baş."

"Dêr wek muzeyeke xaçan e"

Arslan bangî ziyaretvanên herêmî û biyanî kir û got: "Em mêvanên xwe biezimînin û xweşiyên vê erdnîgariyê bi hev ra nas bikim. Em destê xwe bidin hev û qîmeta vê erdnîgariyê zêde bikin."

"Dêr wek mîna 'muzeya xaçan' e

Hîndekarê Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz got ku Mor Yuhanna ji Eğilê ye û ji ber ku li Efesê rûniştiye jê ra gotine "Yuhannayê Efesî" û li dêra wê derê jî ders daye.

Yildiz bal kişand ser dîroka Eğilê û got: "Eğila navenda baweriyê warê pêxember, sehabe û kralan bû. Em ji bermayiyên vê dêrê jî fehm dikin ku ev der bo Xristiyanan jî cihekî girîng e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE