Keşîşxaneya mor kiryakusa hezar û 600 salî, niha ji nû ve tê restorekirin. Restoran wê di 3 astên cuda de were kirin, asta yekem qediyaye û xebat berdewam in.
Dêra Mor Kiryakus Li Beşiriya Batmanê hezar û 600 sal berê hatiye çêkirin.
Wek berhemeke sûryanan a ji sedsala 5an saxlam maye û heya îro hatiye.
Ji bo ku saxlemtir bibe niha xebatên wê yên restorasyonê dest pê kirine.
Xebat wê bi 3 merheleyên cuda werin kirin.
Asta yekem qediyaye, di ya diduyan de jî wê bi kevirên orjînal were hunandin.
Dêr li qadeke 2 hezar û 500 mîtroçarçikî wek 2 qatan hatiye avakirin.