Drama malbeteke midyadî ya destteng

Dayik him bi pençeşêrê ketiye him jî hestiyên wê dihelin

Drama malbeteke midyadî ya destteng

Malbata Akman ji ber nexweşiyê di nav tengasiyê de ye. Dayik him bi pençeşêrê ketiye, him jî hestiyên wê dihelin. Malbat ji bo alîkariyê bangî rayedaran dike.

Nexweşiya penceşêr ango qansêrê… Şert û mercên dijwar û desttengî…

Malbata Akman bi salan e ji ber nexweşiya pençeşêrê di nav tengasiyê de ye.

Dayik piştî ku nexweş ket zilamê wê dev ji karê xwe berda û dîna xwe da kewaniya xwe.

Jinika reben dêbêje ez beriya niha sipsax bûm lê êdî di nav ciyan de me.

Malbatê ji bo ku dayik xweş bibe kredî kêşandiye û nikare deynê xwe bide. Ew naxwazin ji ber deyn xaniyê wan bê firotin.

Malbata Akman li benda alîkariyê ye ku ji nexweşî û deynan xelas bibe.

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE