Li gor biryara Serokomar ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, dîroka ketina rewacê ya Peymana Parîsê 10ê Mijdara 2021ê hat kifşkirin.
Di biryara ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin da Peymana Parîsê bi biryara Serokomar ku dîroka wê 7ê Cotmeha 2021 e û jimara wê 4618 ye va hat pesendkirin û ketina wê ya rewacê wekî 10ê Mijdara 2021ê hat tesbîtkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 21ê Îlonê da di Lijneya Giştî ya NYê da axivî bû û ragihandibû ku Tirkiye wê Peymana Parîsê pesend bike û seba 2053yan hedefa emîsyona sifir wê were pejirandin.
Peyman di 6ê cotmehê da li Lijneya Giştî ya Meclisê hatibû qebûlkirin.
Qanûna ser Peymana Parîsê jî di 7ê cotmehê da di Rojnameya Fermî da hatibû weşandin.AA