Li herêmê dîsa nexweşiya koronayê zêde dibe. bijîşk hişyariyên giring didin û dibêjin; tevdîran ji dest bernedin û bi taybetî jî kesên ku dema aşiya wan hatibin bila aşiyên xwe bikin.
Li Türkiye û cîhanê dîsa nexweşiya koronayê zêde dibe. Li herêmê jî gelek kesên ku bi gumana koronayê testê didin pozîtîf derdikevin.
Nîşaneyên koronayê hin jê guherîne û dibe ku mirov bi şewbên din re tevlî hev bikin.
Bijîşk hişyariyan didin welatiyan û dibêjin tevdîran ji dest bernedin.
Bi taybetî jî kesên ku dema aşiya wan hatibin divê aşiyên xwe bikin.
Kesên nexweşiyên kronîk bi wan re hebin divê zêdetir tevdîrên xwe bigirin û xwe biparêzin.