DSİ’yê çem û robaran isleh dike

Ji bo lehî çênebin û av serde neçe li bendên çeman xebat tên kirin.

DSİ’yê çem û robaran isleh dike

Saziya Karên Avê DSİ li Mûşê xebatên islehkirina çem û robaran didomîne. Ji bo lehî çênebin û av serde neçe DSİ’ya Mûşê li dor çem û robaran tevdîran digre.

Di sala 2021an de li Mûşê makîneyên kar ên DSİ’yê bênavber xebitîn.

Şûbeya 172yemîn a DSİ yê li Mûşê li 65 gund û navçeyan xebatên islehkirina çem û robaran kir.

Saziya Karên Avê DSİ bendên çem û robaran paqij kirin.

Midûrê Şûbeya Mûşê ya DSİ’yê Servet Fırat got wan di sala dawî de milyonek û 38 metrekûp erd kola ye.

Bi xebatên saziyê wê li gund û navçeyên Mûşê pêşiya lehiyan bê girtin.

Li zeviyên ku her sal di bin avê de diman êdî wê çandinî bi dilekî rehet bê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE