"Du canên me hebûn, me herdu jî seba weten feda kirin"

"Du canên me hebûn, me herdu jî seba weten feda kirin. Xwedê zewalê nede milet, dewlet, esker û polêsê me."

"Du canên me hebûn, me herdu jî seba weten feda kirin"

 Astsubay Çawîş Serkan Karakayayê ku terorîstên PKKê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê defik danîn û jina wî û kurê wî yê 11 mehî şehîd kirin, got, "Du canên me hebûn, me herdu jî seba weten feda kirin. Xwedê zewalê nede milet, dewlet, esker û polêsê me."

Karakaya li navçeya Şarkişlayê, taxa Îstiklalê, li mala bavê jina xwe serxweşî qebûl kirin. Karakaya daxuyanî da rojnamegeran û got ku jina wî hatibû ziyareta wî, du saetan li cem wî man û piştî ku ji herêma baregehê veqetiyan 15 deqe şûnda teqîn çêbû.

Karakaya got ku "Weten sax be" û wiha dewam kir:

"Tiştekî ku em zêde bêjin tuneye. Du canên me hebûn, me herdu jî seba weten feda kir. Xwedê zewalê nede milet, dewlet, esker û polêsê me. Em kujerên dergûşan nînin, lê em ê xwîna zaroka û jina min li erdê nehêlin."

Karakaya diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê di vê mijarê da hesasiyetê bide nîşan û wiha dewam kir: "Wezîrê me yê Parastina Neteweyî jî wisa. Çi hewce bike, em ê bikin. Dewleta me pir mezin e. Xwedê zewalê nede dewleta me. Jina min jî li vê dewletê, di binê vê alayê da şehîd bû, çi tiştekî xweş e. Vêga di pileya herî bilind da ye. Zaroka min hê dergûş bû, lê tiştekî meriv bike tuneye, ez jê têr nebûm. Bira ji bo weten feda be."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE