Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bûn

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 929emîn da dewam dike.

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bûn

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiyê didomînin û 2 malbatên din jî beşdarî çalakiyê bûn.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 929emîn da dewam dike.

Ceylan Dîrî ji bo Veysiyê birê xwe yê ku 10 sal berê di 17 saliya wî da ji Diyarbekirê revandin serê çiyê û Hatun Danîş jî ji bo Sedrettînê kurê xwe yê ku 6 sal berê di 24 saliya wî da revandin serê çiyê, beşdarî çalakiyê bûn.

Dîriyê ji rojnamegeran ra got ku birayê wê di lîse 2yê da bû û ew revandin serê çiyê.

Dîriyê daxuyand, bi salan wan ji birayê wê tu xeber hilneda û wiha dewam kir, "Tifalî nû kamil bûbû. Ka zarokekî wisa çawa dikare bi îradeya xwe here? HDP û PKKyê birayê min xapand. Ez heta birayê xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim. Ez heta niha çawa li bendê mame, ez ê ji vir û şûnda jî li bendê bimînin. Veysî tu li ku derê bî were. Me pir bîra te kiriye, em li benda te ne. Diya te nexweş e, ji bo Xwedê were."

Hatun Danîşê jî bi Kurdî got ku ew ji ber hesret û kesera kurê xwe nexweş ket û dixwaze êdî bigihêje kurê xwe.

Danîşê daxuyand ku bi salan e ew xeberê ji kurê xwe hilnade û bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

- Ji malbatan bangewaziya ku di roja 1000em da piştgiriyê bidin çalakiya rûniştinê ya malbatan

Li ser navê malbatan Suleyman Aydin jî daxuyand ku ew di binê berfê da jî çalakiya xwe didomînin.

Aydin diyar kir, wekî dê û bavan ew ê tu carî nekerixin û çavê wan wê neyê tirsandin û wiha dewam kir. Em di roja 1000em a çalakiya me da dixwazin ku her kes li vê derê piştgiriyê bide me. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Dayik di binê vê berfê da jî feryad û fîxanê dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE