Du malbatên din jî tevlî dayikên Diyarbekirê bûn

Aysel Artikê got ku wan ji ser têlevizyonê malbat dîtin û biryar dan ku ew jî bên û bo kurê xwe tevlî çalakiya dayikan bibin.

Du malbatên din jî tevlî dayikên Diyarbekirê bûn

Du malbatên din beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike, bûn.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 803 roj e çalakiya xwe didomînin.

Ekrem û Aysel Artika ji Hatayê bo kurê xwe Erhanê 6 sal berê çûbû Kirklareliyê xebatê û li wê derê revandine serê çiyê, hatin û beşdarî nobetê bûn. Jin û mêr H.G û S.G jî ji bo kurê xwe O.Gyê li Qersê dema diçû pola dawîn a lîseyê hatibû revandin hatin û beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn.

Aysel Artikê got ku wan ji ser têlevizyonê malbat dîtin û biryar dan ku ew jî bên û bo kurê xwe tevlî çalakiya dayikan bibin.

Di axaftina xwe da Artikê got: "Em HDPyê berpirsê vê yekê dibînin û wan kurê min xapand. Gelek zarok hatin û teslîm bûn û em dixwazin kurê me jî bê û teslîm bibe. Çavê min li rêya wî ye.

Ekrem Artik jî bi bîr xist ku hin malbatên di çalakiyê da bûn gihîştin ewladên xwe û ew jî xwedî heman hêviyê ne û wiha domand: "Heta ez negihêjim ewladê xwe ji vê derê naçim. Em ê jî mîna gelek malbatan li vê derê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin. Kurê min vegere were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe, em dê û bavê te li pişt te sekinîne û li vê derê li benda te ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE