Du pîstên balafirgehê wê werin nûkirin

Li Diyarbakirê wê di navbera 24ê Gulanê û 24ê Hezîranê de sefer neyên kirin

Du pîstên balafirgehê wê werin nûkirin

Li Balafirgeha Diyarbekirê ji ber xebatên tedîlat û temîratê tê girtin. Wê seferên balafiran heya mehekê ji ser bajarên mêrdîn û êlihê re werin kirin.

Balafirgeha Diyarbekirê ku kapasîteya wê salê 5 milyon rêwî ye bi awayekî mecbûrî tê gitin.

Bi biryara Wezareta Ragihandin û Binesaziyê 2 pîstên ku dirêjbûna wan 3 hezar û 549 metre ne wê werin temîrkirin.

Ji ber vê yekê wê di navbera 24ê Gulanê û 24 Hezîranê de seferên sivîl û leşkerî neyên kirin.

Seferên Diyarbekir- Stenbol û Enqere-Diyarbekirê wê mehekê ji ser bajarê Mêrdîn û Êlihê re werin kirin.

Hemwelatiyên ku rêwîtiya balafirê dikin di rojên dijwar de ji bo bi rehetî biçin Mêrdîn û Batmanê dixwaza serwîsan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE