Du xetên nû yên metroyê tên vekirin

Xetên Mahmutbey-Mecidiyeköy û Eminönü-Alibeyköyê tên vekirin

Du xetên nû yên metroyê tên vekirin

Her roj bi milyonan Stenbolî ji bo çûnûhatinê pergala rayê bi kat tînin. Ev pergal him bi komfor e him jî bi lez e. Niha li stenbolê 233 kîlometre sîstema rayê heye. Ji bo vekirina xetên nû jî xebat bênavber dewam dikin. Tê texmînkirin ku “xeta metroyê ya mecidiyeköy-mahmutbey” û “xeta tramvayê ya eminönü-alibeyköyê” heta dawiya 2019an bikeve xizmetê. Gelo dê ev du xetên nû tesîreke çawa li trafîka stenbolê bikin? Niha bersiva vê yekê tê ser ekranê.

Li Stenbolê 233 kîlometre sîstema rayê heye.

Her roj bi milyonan mirov lê siwar dibin.

Şaredariya bajarê Mezin li gelek deverên Stenbolê xetên nû çêdike.

Ji niha ve du xet li ber temambûnê ne.

Yek ji wan Xeta Metroyê ya Mecidiyeköy – Mahmutbeyê ye.

Beşa ewil a xetê li ber xelasbûnê ye. Ev xet li aliyê Ewropayê wê 8 navçeyan bi hev ve girê bide.

Xeta ku ji Mahmutbeyê dest pê dike, dê heta Mecidiyeköyê dewam bike.

Li xeta metroya Mecidiyeköyê çûnûhatin gelek zêde ye. riya di navbera mecidiyeköyê û mahmutbeyê de bi erebeyê du saet e. Bi metroyê ev yek wê dakev 26 deqeyan.

Xeta Metroyê ya Mecidiyeköy û Mahmutbeyê 24 û nîv kîlometre ye. Li ser xetê 19 îstasyon hene.

Xeta metroyê ya mecidiyeköy û mahmutbeyê ji 4 vagon û 8 vagonan pêk tê û li aliyê Ewropayê metroya ewil a bê şifêr e. ji sedî 50yî zêdetirê wê jî xwemalî ye.

3 trenên ewil derketin ser xetê…

Û ji bo testê dest bi çûnûhatinê kirin.

Li gorî planan xeta Mecidiyeköy û Mahmutbeyê wê di dawiya sala 2019an de bikeve xizmetê.

Beşa duyemîn jî xeta Mecidiyeköy-Beşiktaş û Kabataşê ye û çêkirina wê dewam dike.

Xeta duyemîn ku wê di dawiya salê de bê vekirin jî; Xeta Tramvayê ya Eminönü- Eyüpsultan û Alibeyköy e.”

Dirêjiya xetê jî 10 bêhnok 10 kîlometre ye…

Li serê 14 îstasyon hene.

Xeta Tramvayê wê ji Eminönüyê dest pê bike û biçe heta Alibeyköyê. Ev mesafe biroj bi erebeyê saetek û nîv e, lê yên ku bi tramvayê herin wê di 33 deqeyan de xwe bigihînin.

Îstasyona dawî jî wê Otogara keviya rê ya Alibeyköyê be.

Tramway wê enerjiya xwe jî ji sistema ceyranê ya binê erdê bigre.

Tê plankirin Xeta Eminönü-Eyüpsultan û Alibeyköyê heta dawiya vê salê bikeve xizmetê.

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE