Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da milyonek û 582 hezar û 232 doz aşî hat lêxistin.
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Îro aşiya milyon û nîvekî di saet 21.43yan da hat lêxistin. Artêşa me ya aşiyê di nav 2 saet û 17 deqîqeyan da 82 hezar û 232 doz aşiya din jî kirin. Bi vî awayî di nav 24 saetan da milyonek û 582 hezar û 232 doz aşî hat lêxistin. Ji saet 24.00an pê va jî rojê teze dest pê kir. Dilrihetî rakevin. Şeva we bi xêr."AA