Duşem û Pêncşeman mezata kîtaban çêdibe

Kîtabên berdest paket bi paket tînin, yek bi yek difiroşin 

Duşem û Pêncşeman mezata kîtaban çêdibe

Li Stenbolê, li navçeya fatihê hefteyê 2 caran mezata pirtûkan çêdibe. li wir kîtabên berdest, pirtûkên ku hatine xwendin bi fiyeteke erzan difiroşin. meraqdar carna ji bo kîtabekê bistînin, bihayê wê qat bi qat zêde dikin... 

Bi lîreyekê-du lîreyan dest pê dike... 

Gava mişterî li ser heman pirtûkê dikevin rikê biha şeş-heft qat zêde dibe... 

Li Fatiha Stenbolê rojên duşem û pêncşeman mezata kîtaban li dar dikeve. 

Kiryarên mezatê bi piranî meraqdarên kîtaban in. 

Lêbelê sahaf û kîtabfiroş jî ji mizayedeyê namînin. 

"ez dikirim û dibim li ser înternetê difiroşim. kîtabên ku meriv zane mişteriyên wan ew ê derkevin, distînim. kîtabek li ser kîtabfiroş bi 100î be, li vir bi 5 lîreyan e.” 

"ez kîtaban ji mezatan dikirim û paşê difiroşim.Carna bi çewalan, bi kamyonetan pirtûk tên. em jî yên ku mişteriyên me li wan digerin, distînin û dîsa difiroşin.” 

 Xwediyê mezatê ji xwediyên kîtaban û merivên ku distînin ji sedî 15 kara xwe digire.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE