Dîwar hilweşiya weqfiyeya medreseya 600 salî derket holê

Medreseya Altinboxa ya Elaedîn Altinboxayê wezîrê Melîk Mensûr Ehmed Kuçukê Hikûmdarê Artûqiyan di sedsala 14an da dabû avakirin dem ser ra debas bû û bû xirabe.

Dîwar hilweşiya weqfiyeya medreseya 600 salî derket holê

Li Mêrdîna bi hezaran sal in ji şaristaniyan ra malxweyîtiyê dike ji ber şiliya dîwarek hilweşiya û di hundirê dîwêr da parçeyekî weqfiyeya Medreseya Altinboxa ya 600 salî derket holê.

Medreseya Altinboxa ya Elaedîn Altinboxayê wezîrê Melîk Mensûr Ehmed Kuçukê Hikûmdarê Artûqiyan di sedsala 14an da dabû avakirin dem ser ra debas bû û bû xirabe.

Îro dîwar, kanî û tirbeya medreseyê li ser pê mane û dîwarê maleke li rexê medreseyê ji ber baranê hilweşiya.

Turîstekî ji ber dîwarê hilweşiya ra derbas dibû û parçeyekî weqfiyeya medreseyê ber çavên wî ket.

Haya rayedaran hat pêxistin li ser vê Abdulkadîr Tutaşê Şaredarê Artukluyê ji bo herêm zêde zirarê nebîne xebat da destpêkirin.

"Tu dibê di dîwêr da wekî kevir hatiye bikaranîn"

Îbrahîm Yukselê lêkolîner û nivîskar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Mêrdînê 16 medrese hene piraniya wan bi restoreyan gihîştin vê rojê.

Yuksel diyar kir ku hinekên wan avahiyan hilweşiyan û ji wan yek jî Medreseya Altinboxayê ye.

Yuksel diyar kir ku li gor çavkaniyên îro kevirên medreseya hilweşiyayî di avahiyên din da hatine bikaranîn û wiha pê da çû: 

"Medreseya Altinboxayê di sedsala 14an da bi destê Elaedîn Altinboxayê wezîrê Melîk Mensûr Ehmed Kuçukê Hikûmdarê Artûqiyan hatiye avakirin. Wezîr Altinboxa li Misir, Şam û gelek ciyên din walîtî kiriye û paşê hatiye Mêrdînê. Çavkaniyên dîrokî dibêjin ku deriyekî rind ê medreseyê hebûye. Nika lazim dike xebatên arkeolojîk werin kirin. Dibê sînorên wê werin tesbîtkirin. Kanî û parçeyekî derî li ser piyan e. Parçeyên din di binê avahiyên paşê hatine çêkirin da da mane heke werin hilweşandin ew ê derkevin holê."

Yuksel bal kişandin ku piştî barana dawîn parçeyekî medreseyê derkete holê, li ser weqfiyeyê agahiyên medreseyê hene.

Yuksel got dema li ser dîwarên din jî lêkolîn werin kirin ew ê parçeyên din jî werin dîtin û wiha pê da çû: "Di nav kevirên dîwêr da maye, ev jî nîşan dide ku di çêkirina vî dîwarî da wekî kevir hatiye bikaranîn."AA

Dîroka nûkirinê: 21 Nîsan 2019, 11:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE