Ebdilezîz Temo: "PKK jî YPG jî rêxistinên terorê ne"

Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê li otêleke li Mêrsinê li dijî li Sûriyeyê hebûna siyasî û çekdar a YPG/PKKya rêxistina terorê konferansek li dar xist

Ebdilezîz Temo: "PKK jî YPG jî rêxistinên terorê ne"

Ebdilezîz Temoyê Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê got, "PKK jî YPG jî rêxistinên terorê ne û û tu Kurdekî temsîl nakin. Kurdên Sûriyeyê parçeyekî welatê Sûriyeyê ne û dibê pirsgirêkên wan jî bi pirsgirêkên tevahiyê Sûriyeyê ra li Şamê werin çareserkirin."

Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê li otêleke li Mêrsinê li dijî li Sûriyeyê hebûna siyasî û çekdar a YPG/PKKya rêxistina terorê konferansek li dar xist.

Temoyê Serokê Kombendê di konferansê da daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku konferans hemû Kursên li Sûriyeyê eleqedar dike.

Temo destnîşan kir ku YPG/PKK bi zordariyê dixebite ku li bakurê Sûriyeyê desthilatdariyê ava bike. Temo got dixwazin ku meneya rastiyên mijara Kurdan a li herêmê nîşan bidin.

Ebdilezîz Temo got dixwazin peyamê bidin dinyayê û wiha pê da çû: 

"PKK jî YPG jî rêxistinên terorê ne û û tu Kurdekî temsîl nakin. Kurdên Sûriyeyê parçeyekî welatê Sûriyeyê ne û dibê pirsgirêkên wan jî bi pirsgirêkên tevahiya Sûriyeyê ra li Şamê werin çareserkirin. Tirkiye dijminê Kurdên Sûriyeyê nîne, Kurdên Sûriyeyê jî Tirkiyeyê ji xwe ra wekî dijmin nabînin. Dijminê Tirkiyeyê û Kurdên Sûriyeyê heman e û ev dijmina jî PKKya rêxistina terorê ye. Em civakeke aştîxwaz in û dixwazin bi aştî bijîn. Em dixwazin êdî sînorên li herêmê bigihîjin îstiqrarê. Em li dijî hemû cureyên terorê ne. Em li dijî PKKyê hem jî li dijî DEAŞê ne."

Temo got naxwazin herêma ewledar û Amerîka yan jî koalisyona navneteweyî ava bike ji YPG/PKKyê ra bibe sitargeh, dibê herêmên ewledar terorê neparêzin.

- "Tirkiye dostê Kurdên Sûriyeyê ye"

Temo ji Amerîkayê xwest ku bira 7 hezar terorîstên ji Qendîlên hatin herêmê ji herêmê derxe û wiha axivî: "Heke Kurd bibin yek dikarin herêmê biparêzin. Amerîka propagandayê dike ku Tirkiye li dijî Kurdên Sûriyeyê ye. Em dizanin ku Tirkiyeyê dostê me û cînarê me ye. Tirkiye hem dostê gelê Sûriyeyê hem jî dostê Kurdên Sûriyeyê ye. Di navbewra Tirkiye û Sûriyeyê da 900 kîlomêtre sînor heye. Li 700 kîlomêtreyê vî sînorî em Kurd li herdu aliyan dijîn. Herdu aliyên vî sînorê jî tiştekî dixwazin. Gel li herêmê îstiqrarê dixwaze."

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE