Ebdulahê kurê Mursî ji ber qeyrana dil wefat kir

Ebdulahê kurê Mihemed Mursî yê biçûk ji ber qeyrana dil wefat kir....

Ebdulahê kurê Mursî ji ber qeyrana dil wefat kir

Ebdulah Mursiyê kurê Mihemed Mursiyê Serokomarê hilbijartî yê ewil ê Misrê yê ku di girtîgehê da miribû ji ber qeyrana dil wefat kir.

Ehmed Mursiyê kurê Mursî yê mezin daxuyanî da nûçegihanên AAyê û got ku "Birayê min Ebdulah ji ber qeyrana dil li nexweşxaneyê wefat kir."

Ebdulmunîm Ebdulmeqsudê parêzerê malbata Mursî jî xebera mirina Ebdulah Mursî piştrast kir.

Serokomar Mihemed Mursî hezîrana borî li hêwana mehkemeyê qeyrana dil derbas kiribû û wefat kiribû.

Mursî bi Necla Mehmûd ra zewicî bû û bi navê Ehmed, Şeyma, Usame, Omer û Ebdulah 5 zarokên wî hebûn.

Malbata Mursî di cotmeha 2018an da ragihandibû ku hêzên ewlehiyê raserî mala wan a li herêma Şêx Zayîd a ku dikeve rojavayê Qahireyê kirin û Ebdulah binçavkirin û di nav heman rojê da jî berdan.

Ebdulah û hevalê wî Mihemed Îmad Ebdulmunîm di Adara 2014an da bi hinceta ku di wesayîta wan a ku li cihekî kontrolê hat rawestandin da hişbir heye hatibûn girtin û Mehkemeya Cezayê ya Benhayê salek cezaya hepsê û 10 hezar cuneyhên Misrê cezaya pereyê dabû wan. Ebdulah Mursî di 22yê tîrmeha 2015an da hatibû berdan. Malbata Mursî gotibû ku kurê wan hişbirê bi kar nayne û armanca girtina navborî siyasî ye.

Ebdulah Mursî piştî wefata bavê xwe ji ser hesabê xwe yê Facebookê di parvekirinên xwe da Ebdulfetah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê û rayedarên din sûcdar kiribûn û gotibû wan bavê min kuştiye.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2019, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE