Gelê efrînê ji ber tunehiya pasaportê û rewşa sûriyê nikarin biçin hecê û îbadeta xwe bikin. efrînî bangî Weqfa Karên Diyanetê û rêvebirên Tirkiyê dikin ku riyek bê dîtin û ew jî biçin hecê.
Ewilî rejîma Esed pişt re Rêxistina terorî YPG/PKKê riya wan girt.
Ne dikarin pasaport peyda bikin ne jî dikarin biçin cihekî.
Efrînî bi salan e dorpêçkirî ne û nikarin biçin hecê jî.
Rejîma Esed nedihişt xelk bi rehetî nimêj bike û tenê destûr dida kesên zêdetirî 60 salî ne.
Lê piştî rizgarkirina Efrînê heviyên xelkê jî zêdetir bûn.
Daxwaza wan a herî mezin jî çûyîna hecê ye.
Mele û Miftiyên Efrînî bangî rêvebirên Tirkiyê û Weqfa Karên Diyanetê kirin ku riyek bê dîtin û ew jî herin îbadeta xwe ya hecê bikin.
Efrînîn jî dixwazin wek herkesî biçin axên pîroz.